Hukumeta Iraqê xebata karkerên ji 5 welatên biyanî li Iraqê qedexe kir

PeyamaKurd – Hukumeta Iraqê ragihand ku biryara qedexekirinê bo karkerên 5 welatên biyanî daye da li Iraqê nexebitin. Di biryarnamê de karkerên ku ji Sûriye, Pakistan, Bangladeş, Endonezya û Filipinê ne dê nekevin nav sînorê Iraqê û wê li Iraqê nexebitin.
Wezareta xebatê û karên civakî ya Iraqê ragihand ku vê biryarê bi sedema parastina hêza kar ya Iraqê sitendine. Berdevkê wezaretê Hasan Hawam bo Rûdawê ragihandiye ku xebitandina xebatkarên welatên navborî bo demekî hatiye dayîn.
Wezaretê hem biryarê şandiye bo wezareta karên navxwe ya Iraqê da biryarê bicîhbîne.
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.




