Medvedev: Her endameke nû ya NATOyê dibe armanca hêzên Rûsyayê

Medvedev: Her endameke nû ya NATOyê dibe armanca hêzên Rûsyayê

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariya Rûsyayê Dmitry Medvedev ragihand: “Her endameke nû ya NATOyê dibe armanca hêzên çekdar ên Rûsyayê, bi potansiyela êrîşên bersivê û heta bi çekên nukleerî jî.”

Medvedev got ku statûya bêalîbûnê ji bo welatên wek Fînlandiya û Swêdê gelek sûdmendbû ji bo wan, lê niha ew bûne parçeyek bloka dijmin û dibin hedefên rasterast ên hêzên Rûsyayê.

Medvedev herwiha pirsa, “Gelo ewlehiya wan di NATOyê de çêtir bûye?” ji bo endambûna NATO ya Fînlanda û Swêdê kir û got, "Na, ev tenê lîstikên siyasî ne."

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.