Li peravên Yemenê tekna koçberan serobino bû: 20 kes mirin

Li peravên Yemenê tekna koçberan serobino bû: 20 kes mirin

PeyamaKurd – Li peravên Yemenê nêzî bajarê Ebyenê bi sedema şertên nexweş yên hewayê, tekna ku koçberan hildigirt ser û binê hev bû. Di encamê de 20 kes mirin û bi dehan kes jî wenda ne.

Hêzên ewlehiyê cenazan birin nexweşxanan û dibe jimara miriyan zêdetir bibe. Piraniya koçberên di teknê de xelkê Etiyopyayê bûn. Rêvebiriya asayîşa bajarê Ebyenê di daxwuyaniya xwe de got:

“Ji Qloçê Afrîka tekneyekî ku koçberan hildigirt dema xwest bikeve nava avên Yemenê serobino bû û ji bo em xwe bigihînin cenazen koçberên Etiyoyayî operasyonên berfireh dikin. Hêzên asayîşê bi derfetên kêm cenazeyan gihandin nexweşxanan lê em difikirin ku hêj kes wenda ne.”

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.