Rejîma Îranê 7 girtî bi dar ve kirin: 3 Kurd in

PeyamaKurd – Di rojên dawî de, li rejêma Îranê herî kêm 7 girtî bi dar ve kirin ku hat ragihandin ku ji wan 3 Kurd û kesek jî Ereb e.
Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku li girtîgehên Kirmaşan, Xuremava, Hemedan, Şîraz û Nîşabûrê bi tohmetên ”kuştin”, “destdirêjî” û “madeyên hişbir”, rejîmê ev 7 girtî bi dar ve kirine.
Li gorî Hengawê, Sîrûs Ceiferî (Kurd, 27 salî) li Kirmaşanê, Esxer Baxibanî (29 salî) li Nîşabûrê, Mihemedwelî Ahengerî (Kurd, 27 salî) li Xuremavayê yên Rojhilatê Kurdistanê û her weha girtiyên bi navê Nasir Hemîdî (Ereb, 34 salî), Îsa Ehmedî (30 salî) û Hadî Silêmanî li Şîrazê, û Emîrmihemed Tewekolî (32 salî) li Hemedanê hatin biarvekirin.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




