Berpirsekî MSDyê: Vegera koçberên Efrînê mijara navendî ya danûstandinên li gel Şamê ye

Berpirsekî MSDyê: Vegera koçberên Efrînê mijara navendî ya danûstandinên li gel Şamê ye

PeyamaKurd – Berpirsekî payebilind ê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku çarenûsa Efrînê û vegera xelkê wê yê koçber, mijareke sereke û navendî ye di hemû hevdîtin û danûstandinên wan de yên li gel hikûmeta demkî ya li Şamê.

Hesen Mihemed Elî, Serokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSDyê, îro tekezî li ser giringiya vê mijarê kir. Wî amaje bi peymana di 10ê Adarê de kir ku di navbera Serokê hikûmeta demkî Ehmed El-Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de hatibû îmzekirin. Li gorî xala 5emîn a vê peymanê, "vegera ewle ya hemû koçberên Sûriyeyê bo bajar û gundên xwe di bin parastina dewleta Sûriyeyê de" tê garantîkirin.

Mihemed Elî destnîşan kir ku ev garantî bi awayekî eşkere mafê xelkê Efrînê yê koçber jî dihewîne ku bi ewlehî vegerin ser mal û milkên xwe. Lê belê, wî qebûl kir ku astengiyên mezin li pêşiya vê vegerê hene û got: "Efrîn hîn jî di bin dagîkeriya Tirkiyeyê de ye û komên çekdar ên bêserûber li herêmê serdest in. Hebûna van hêzan rê li ber her pêşketinê digire."

Berpirsê MSDyê diyar kir ku çareserkirina vê pirsgirêkê ne hêsan e û bi gelek faktorên navxweyî û herêmî ve girêdayî ye. Wî got, "Diyaloga me ya bi aliyên herêmî û navneteweyî re ji bo eşkerekirina rastiyan û dîtina çareseriyeke siyasî berdewam e. Çareserkirina krîza Efrînê di serê karên me de ye.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Hesen Mihemed Elî tekez kir ku avakirina Sûriyeyeke nû tenê bi çareserkirina pirsgirêka koçberan pêkan e û got: "Divê xelkê Efrînê, mîna hemû Sûriyeyiyan, bikaribin mal û milkên xwe vegerînin. Herweha, divê sûcên ku li wir hatine kirin, di çarçoveya edaleta demkî de û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de werin darizandin."

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.