Li Tehranê polîsên rejîmê karkerekî Kurd ê ji Îlamê qetil kir

Li Tehranê polîsên rejîmê karkerekî Kurd ê ji Îlamê qetil kir

PeyamaKurd – Karkerekî Kurd ê bi navê Îbrahîm Îbrahîmnesb, roja Înê 15ê Tebaxa 2025an, li bajarê Qirçekê yê bi ser Tehranê ve, di encama gulebarana rasterast a hêzên polîsê Îranê de canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Saziya Mafê Mirov a Hengawê hatine wergirtin, Îbrahîm Îbrahîmnesbê ku 42 salî û xelkê bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê bû û weke karkerê avahîsaziyê li Tehranê dixebitî.

Di roja bûyerê de, hêzên întizamî (polîsê fermî yê Îranê) li navçeya Baqiravayê ji bo girtina kesekî gumanbar operasyonek li dar xistin. Hat ragihandin ku di dema operasyonê de, polîsan Îbrahîmnesb weke gumanbarê ku li pey wî digeriyan destnîşan kirine û gule lê reşandine.

Çavkaniyekê nêzîkî malbata qurbanî piştrast kir ku tu eleqeya Îbrahîmnesb bi "tawanbarê rastî re tune ye ku şopa wî dihat gerandin" û "bi xeletî" bûye armanc.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê jî rayedarên fermî yên Îranê derbarê bûyerê û nasnameya kesê gumanbar ê rastî de tu daxuyaniyek nedane. Cihê pirsyarî û fikarê ye bê çima hûrgiliyên vê qetilkirinê di tariyê de mane.

Ev nivîs 490 car hatiye xwendin.