Lubnanê hişyarî da Hemasê: Ewlehiya me nexe xeterê

PeyamaKurd – Duh, roja Pêncşemê, 01.05.2025 Konseya Bilind a Parastinê ya Lubnanê (SDC) hişyariyeke tund da Hemasê, daxwaz kir ku wan çalakiyan li ser axa Lubnanê neke ku ewlehiya Lubnanê têk bibin.
Konseya bi serokatiya Joseph Aoun û cîgiratiya Newaf Selam, ji kabîneyê hikûmetê xwest ku tedbîrên hişk bigire ji bo parastina serweriya welêt.
Aoun tekez kir ku Lubnan nikare tehemilî şerine nû bike û daxwaza radestkirina çekên bêdestûr kir.
Ev hişyarî piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê hat dayîn.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.




