"Me bi moşekek balîstîk li Balafirgeha Ben Gurion a Îsraîlê xist"

PeyamaKurd - Hûsiyên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin li Yemenê ragihandin ku wan bi moşekek balîstîk a hîpersonîk "bi serkeftî" Balafirgeha Ben Gurion a li Tel Avîvê, paytexta Îsraîlê, hedef girtin.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî diyar kir ku yekîneyên moşekan ên girêdayî hêzên çekdar ên Hûsiyan bi du moşekên balîstîk ên hîpersonîk ên Filistînî operasyoneke leşkerî ya asta bilind pêk anîn û Balafirgeha Ben Gurion a li Tel Avîvê hedef girtin.
Serî diyar kir ku operasyon bi serkeftî gihîştiye armanca xwe, bi mîlyonan Îsraîlî neçar kirine ku stargehê bibînin û firînên ber bi balafirgehê ve werin rawestandin.
Berdevkê Hûsiyan tekez kir ku êrîşên li ser Îsraîlê wê berdewam bikin heta ku êrîşên li ser Xezzeyê werin rawestandin û dorpêç were rakirin.
Kenala televîzyonê ya dewleta Îsraîlê KAN berê ragihand ku li deverên mezin ên navenda Îsraîlê sîren hatine aktîfkirin û ji ber moşekek ji Yemenê hatiye avêtin, trafîka hewayî li Balafirgeha Ben Gurion demkî hatiye rawestandin.





