Lêpirsînek li dijî serokê CHPê Ozgur Ozel hatiye destpêkirin

PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li dijî Serokê CHPê Ozgur Ozel ji ber gotinên wî yên li ser Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek lêpirsînek da destpêkirin.
Li gorî raporan, Serdozgeriya Komarê piştî gotinên Ozel ên li dijî Gurlek di dema axaftina xwe ya li mîtînga partiya xwe ya li Beyoğlu ya Stenbolê de, tedbîr girt.
Serdozgeriya Komarê lêpirsînek ex officio li dijî Ozel bi sûcê "heqaretkirina karmendekî giştî" û "gef" da destpêkirin.
Çi qewimî?
Serokê CHPê Ozel di mîtînga "Ji bo Îradeya Neteweyî Rawestin" a CHPê de axivî û gotinên tund li ser Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek kir.
Ozel derbarê Gurlek de gotibû, "Ez ê ji bo te rawestim."





