Kremlînê li ser êrîşên Amerîkayê yên li dijî Îranê daxuaynî da

Kremlînê li ser êrîşên Amerîkayê yên li dijî Îranê daxuaynî da

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dîmîrtî Peskov li Moskowê êrîşên Amerîkayê yên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê şermezar kir û nîgeraniya Rûsyayê ya der barê zêdebûna krîzê ya li herêmê û rîska radyasyonê de ragihand.

Peskov anî ziman ku divê çarenûsa hikûmeta Îranê tenê ji aliyê gelê Îranê ve were diyarkirin, ne ji hêla welatekî din ve.

Wî tekez kir ku piştgiriya Rûsyayê ji Îranê re li gorî hewcedariyên Îranê dê were destnîşankirin û ew amade ne navbeynkariyê bikin.

Peskov her weha got ku ev êrîş bandor li danûstandinên Moskow û Washingtonê nekirine û hevdîtinên di navbera Pûtîn û Trump de, her çend neplankirî bin jî mimkin in.

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.