Medya Erebî: Deshilata Şamê ya selefî-cîhadîst lihevkirina neteweyî red dike

Medya Erebî: Deshilata Şamê ya selefî-cîhadîst lihevkirina neteweyî red dike

PeyamaKurd- Rojnameya El Quds El Erebî li ser krîza Sûriyeyê nirxandinek belav kir û tê de behsa polîtîkayên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir. Rojnameyê bûyerên dawî yên li Siwêdayê şîrove kir û diyar kir, “Siyaseta hikumeta niha, berdewamiya rêbaza rejîma berê ya Sûriyeyê ye. Ew têgehên dewlet û desthilatdariyê ferz dikin. Hewldana hikumeta veguhêz ew e hegemonyayê ferz bike.”

Rojname destnîşan kir, hikumeta niha xwedî karektereke selefî-cîhadîst e. Prensîba lihevkirina neteweyî red dike û di dûrxistina pêkhateyên cihêreng ên gelê Sûriyeyê de israr dike. Rewşa li Siwêdayê tê kirin û beriya wê li Ceramana û Eşrefiye Sahnaya, herwiha komkujiya li perava Sûriyeyê van rastiyan nîşan dide.

Li gorî rojnameyê koma desthildar a li Sûriyeyê bi tena serê xwe çarenûsa welat girtiye. Di heman demê de şiklê dewletê, têkiliyên wê yên navdewletî û sîstema wê ya aborî û civakî jî bi heman rengî ye. Bîrdoziya xwe ya taybet û nerîna wê ya li ser bingehên têkiliyan xweferzkirin e. Ev rêbaza wan bi milyonan welatiyên Sûriyayê li ser bingehke olî, çandî û mezhebî paş guh dike.

Ev nivîs 142 car hatiye xwendin.