Parlamentoya Ewropa: Ocalan û Bahçelî derfeteke girîng afirandine

Parlamentoya Ewropa: Ocalan û Bahçelî derfeteke girîng afirandine

PeyamaKurd - Parlamentoya Ewropayê (PE) di rapora xwe ya derbarê Tirkiyeyê de, bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û nêzîkbûna avaker a Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirktiyê (MHP) û diyar kir, herdu kesayetan bi sedema pêvajoya aştiyê “derfeteke girîng” afirandine.

Herwiha di raporê de, bang hate kirin ku bi pêşengiya Parlamentoya Tirkiyeyê pêvajoyeke berfireh a çareserkirina pirsgirêka Kurd were destpêkirin.

Di raporê de wiha hate gotin: "Banga dawî ya Abdullah Ocalan a ji bo danîna çekan û xwefesihkirina PKKê da ku tevlî pêvajoyeke aştiyê bibe, gaveke dîrokî ya demeke dirêj e tê çaverêkirin e. Ev pêşketin xwedî potansiyela bidawîkirina serdema tundûtûjiya 40 salî ya ku bûye sedema mirina zêdetirî 40 hezar kesan e.”

Di raporê de hatiye diyarkirin, ev derfeteke girîng e û divê li pişt wê rola pêşeng a Parlamentoya Tirkiyeyê bi berçavgiritina aliyên siyasî, civakî, demokratîk û ewlehiyê pêvajoyeke berfireh a çareseriyeke aştiyane û mayînde ji bo pirsa Kurd bê destpêkirin.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.