Sîstema hewayî ya parastina Hindistanê 24 seet amadeye

PeyamaKurd – Fermandarê hêzên hewayî yê Hindistanê Amar Preet Singh bo serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi got ku li ser sînorê reojavayê Hindistanê balafirên menzîlên wan dirêj wezîfa xwe dewam dikin û sîstema bergiriya hewayî di asta bilind de amadeye û her wext dixebitin.
Li gor ragihandina rojnama The Times of India, piştî êrîşa terorî ya li herêma Cammu Keşmirê li devera Pahalgamê ku tê de 26 tûrîst hatibûn kuştin, serokwezîrê Hindistanê Modi, bi fermandarê hêzên hewayî bi Singh re hevdîtinekî kir. Hindistan, Pakistanê ji ber êrîşa navborî berpirs digre.
Singh bo serokwezîrModi ragihandiye ku li ser sînor balafir difirin, bo operasyonan amadene û jimara platformên amadekariyê (ORP) zêdetir kirine.
Li Hindistanê balafirên şer yên Rafale hene, bi wan re fuzeyên seyrê (Scalp) yên menzîla wan 300 km hene û hem fuzeyên Meteor hene ku menzîla wan li dora 120-150 km.ne.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.