Almanya paşde gav avêt: Cardin deriyan ji Sûriyan re vedike

PeyamaKurd – Welatê Almanya ku piştî hilweşîna rejîma deshilatdariya Beşar Esed a Beasî biryara rawestandina qebûlkirina penaberên Sûriyê dabû, ew biryara xwe guherand û ji nû ve derî vekirin.
Nivîsîngeha Koç û Koçberan a Almanyayê ji ber du sedeman careke din daxwaziyên penaberîtiyê yên xelkê Sûriyeyê qebûl dike.
Patrick Schmidtke yê ku Serokê yek ji beşa Nivîsîngeha Koç û Koçberan a Almanyayê ye ragihand, “Em careke din dest bi wergirtina daxwaziyên mafê penaberîtiyê yên xelkê Sûriyeyê li ser asteke biçûk dikin, lê ji bo niha ti biryarek nayê dayîn.”
Patrick Schmidtke ew biryara Nivîsîngeha Koç û Koçberan a Almanyayê bi du sedeman ve girêda ku ew ev in: “Yek: Niha Almanya yekane welatê Ewropayê ye ku daxwaziya penaberên Sûriyeyê rawestandiye.
Du: Nivîsîngeh dixwaze rûniştinan ji bo bidestxistina zêdetir zanyariyan li ser rewşa Sûriyeyê bi kar bîne.”
Berpirsê Almanî diyar kir, “Ji ber nebûna îstiqrar û ewlehiyê li Sûriyeyê, gelek zehmet e ku em helsengandinê ji bo rewşê bikin û komkujiya kêmaniya Elewiyan a meha Adarê û êrîşên vê dawiyê bo ser şêniyên Durziyan ji aliyê milîsên Îslamî ve wekî nimûne nîşan da.”
Herwesa rojnameya Veltê ya Almanyayî jî parve kiriye, “Piştî wê biryarê, 56 hezar penaberên Sûriyeyî li bendê ne û daxwaziya penaberîtiyê jê nehatiye wergirtin.”
Ev di demekê de ye ku ji piştî nemana Rijêma Esed li dawiya sala borî, Nivîsîngeha Koç û Koçberan a Almanyayê çi daxwaziyeke penaberîtiyê wernegirtiye û mafê penaberîtiyê jî bi çi Sûriyeyîy nedaye.
Hêjayî gotinê ye, hejmare xelkê Sûriye yê ku li Almanyayê dijî heta dawiya sala 2023ê gihîştibû nêzî 973 hezar kesan.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.