Fûad Hisên banga aramiyê bo Sûriyê kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên dilgiraniya xwe li ser aloziyên li Sûriyê anî ziman û banga piştevaniya çarseriyên aştiyane kir.
Wezareta Derve ya Iraqê îro 5ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragihand, Fûad Hisên di civîneke li gel Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî li Dohayê de, dilgiraniya Iraqê ji bo aloziyên berdewam li Sûriyê nîşan da.
Hisên hişyarîya berfirehbûna aloziyan bo asta herêmê da û banga zêdekirina hewlên navdewletî û herêmî kir ji bo kêmkirina girjiyan û piştgiriya çareseriyên aştiyane.
Hêjayî gotinê ye, doh jî Hisên û Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan li Ryadê civiyabûn û diyar kiribûn, nebûna aramiyê li Sûriyê krîzan zêde dike û gefê li ewlehiya herêmê dixwe.
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.