Hûsî: “DYA 3 êrîşên hewayî kirin ser me”

Hûsî: “DYA 3 êrîşên hewayî kirin ser me”

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên bi desteka Îranê ragihandin ku balafirên şer yên DYAyê li başûrê bajarê Sanayê 3 êrîşên hewayî pêkanîne. Li ser jimara kuştiyan ti agahî nehat dayîn lê bo birîndaran jimar weke 15 hat ragihandin.

Ragihandina bûyera êrîşan ji aliyê televizyona Hûsiyan ya bi navê "El-Mesira" de hat kirin. Di xeberê de hat gotin ku balafirên Amerîkayê li başûrê bajarê Sanayê li navça Sanhanê li devera Sewadê xistine û jimara êrîşan 3 bûye.

Di van rojên dawiyê de, êrîşên koalîsyonê li ser Hûsiyên Yemenê gelek zêde bûne.

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.