Donald Trump û Tayîp Erdoğan di rêya telefonê de axifîn

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump û serokê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan di rêya telefonê de axifîn. Di axaftinê de li ser krîza Xezayê, pêşdeçûnên li Sûriyê, mijarên bergiriyê û sanayiyê axifîn û Erdoğan Trumpî dawetî Tirkiyê kir. Li ser axaftinê Trump jî got:
“Me axaftinekî telefonî ya baş kir. Ez çaverê me bi Erdoğan re bixebitim. Dê were DYAyê.”
Di axaftinê de Erdoğan gotiye Tirkiye wê bi DYA re di seha sanayiya bergiriyê û gelek sehayên din de wê hewl bidin ku bixebitin. Her weha bo qedandina şeran, Erdoğan desteka xwe bo Trump gihandiye, hetta bo peymana bernama nuklerî ya Îranê û qedandina şerê Rûsya-Ûkraynayê. Trump di mijara axaftina bi Erdoğan re got:
“Bîstek berê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re, min axaftinekî gelek baş kir. Di axaftina me de, şerê Rûsya-Ûkraynayê, Sûriye, Xezza û gelek mijarên din hebûn. Di rojên pêş de bo ez herim Tirkiyê Erdoğan ez dawet kirim Tirkiyê. Wê ew jî were Washington, D.C.yê.”
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.