Qesra Spî: Maduro ne serokê rewa ye

Qesra Spî: Maduro ne serokê rewa ye

PeyamaKurd - Sekretera Çapemeniyê ya Qesra Spî Karoline Leavitt Serokê Venezuelayê Nicholas Maduro wekî "serokê reviyayî yê kartelekê" bi nav kir û îdia kir ku ew ne serokê rewa yê Venezuelayê ye.


Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump heft keştîyên şer û 4,500 leşker şandin peravên Venezuelayê da ku li dijî bazirganiya narkotîkê şer bikin. Flot sê keştîyên hilweşîner ên moşekên rêberkirî û herî kêm binavîyek vedihewîne.

Li gorî Axios, her çend mîsyona wê "dij-terorîzma narkotîkê" be jî, li Washingtonê tê axaftin ku ev gav dikarin rê li ber guhertina rejîmê li Venezuelayê vekin. Heta derdora nêzîk a Trump jî ne ewle ye ka operasyon li ser bazirganiya narkotîkê ye an "operasyoneke darbeyê" ye.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.