Rûsya: Divê teqez Pûtîn û Trump bicivin

PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsya Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku pêwîste teqez Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsî Vladimîr Pûtîn ji bo çareserkirina kêşeyên heyî bicivin.
Peskov îro 5ê Gulanê di civîna rojnamevanî de li ser hevdîtina muhtemel a Trump û Pûtîn wiha got:
"Civîneke wiha li ser zimanê her kesî ye û ji gelek aliyan ve jî em difikirin ku divê teqez ev civîn bê kirin. Pêwîste ev civîn bi awayekî guncayî bê amadekirin û ji bo wê pêdivî bi hewlên pisporên asta bilind heye.”
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.