Rûsyayê tankera petrolê ya Yûnanî ya bi ala Lîberyayê desteser kir

Rûsyayê tankera petrolê ya Yûnanî ya bi ala Lîberyayê desteser kir

PeyamaKurd – Estonyayê got ku Rûsyayê piştî ku ji Bendera Sillamae ya Estonyayê derket, tankera petrolê ya Green Admire ku xwediyê wê şîrketek Yûnanî ye û ala Lîberyayê li ser difire, girt.

Wezareta Karên Derve ya Estonyayê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tankera ku rêya navneteweyî ya "berê bi rêkeftina hevbeş hatibû destnîşankirin û ji aliyê ewlehiya deryayî ve tercîhkirî" di navbera Rûsya, Estonya û Fînlandiyayê de dişopand, li avên herêmî yên Rûsyayê hat rawestandin û desteserkirin.

Di daxuyaniya ku Wezîrê Derve yê Estonyayê Margus Tsahkna behsa bûyerê dike, tê gotin ku piştî bûyerê, hikûmeta Estonyayê biryar da ku trafîka keştîyan li Bendera Sillamae tenê bi rêya avên herêmî yên Estonyayê birêve bibe:

"Bûyera îro careke din nîşan da ku Rûsya bi awayekî nepêşbînîkirî tevdigere. Min hevalbendên me jî li ser bûyerê agahdar kirine."

 
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.