Rapora CİSSTê: Hejmara girtiyên li Tirkiyê, gihîştiye 420 hezar kesî

PeyamaKurd – Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Cezayê de (CİSST - Ceza İnfaz Sisteminde Sivil Toplum Derneği), bi rapora xwe ya meha Cotmehê, tabloya reş a girtîgehên Tirkiyê careke din raxist pêş çavan. Li gorî raporê, hejmara girtiyan gihîştiye 420,904 kesan û girtîgeh bi rêjeya %138, ango ji kapasîteya xwe zêdetir, hatine tijekirin, ku ev yek krîzeke mirovî ya kûr nîşan dide.
Di raporê de, ku li ser bingeha daneyên fermî yên Wezareta Dadê ya Tirkiyê hatiye amadekirin, tê destnîşankirin ku li 402 girtîgehan, tevî ku kapasîteya wan bi giştî 304,964 kes e, zêdetirî 116,000 girtiyên zêde tê de dimînin. Ev rewş şert û mercên jiyanê yên girtiyan bi awayekî cidî xirab dike û rê li ber binpêkirinên mafan vedike.
Rapor her wiha balê dikişîne ser zêdebûna bilez a hejmara girtiyan. Bi taybetî, hejmara kesên ku hîna nehatine mehkûmkirin, di 6mehên dawî de %11,7 zêde bûye û gihîştiye 63,258 kesan. Di raporê de îşaret bi wê yekê tê kirin ku ev zêdebûna berbiçav dibe ku bi pêvajoya siyasî ya dawî, di nav de girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û operasyonên li dijî şaredariyên CHPyê ve girêdayî be.
- Zarok: Hejmara girtiyên zarok (12-18 salî) gihîştiye 4,561 kesan.
- Jin û zarokên ku bi wan re ne: Li gel 19,290 girtiyên jin, 822 zarokên di bin 6 saliyê de neçar in ku bi dayikên xwe re di şert û mercên girtîgehê yên nebaş de bijîn.
- Kal û Pîr: 6,543 girtiyên ji 65 salî mezintir hene, ku CİSST balê dikişîne ser pêwîstiya wan a bi lênêrîneke taybet a tenduristiyê ku gelek caran nayê peydakirin.





