Sûriyê qedexê danî ser 20 berhemên ku ji Tirkiyê diçe Sûriyê

Sûriyê qedexê danî ser 20 berhemên ku ji Tirkiyê diçe Sûriyê

PeyamaKurd – Hukumeta Sûriyê qedexê danî ser 20 berhemên ku ji Tirkiyê û dinyayê diçûn Sûriyê. Li ser bûyerê wezareta bazirganiyê ya Tirkiyê daxwuyanî da. Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin ku biryar ya demkiye û biryar ne tenê ji bo Tirkiyê li ji bo temamê dewletaye.

Wezareta Sûriyê ya bazirganiyê û aboriyê, goştê mirîşkan yên cemidandî ku ji Tirkiyê diçe Sûriyê heya bi heyayê qedexe kir. Biryar di 15ê Tebaxê de hat sitendin û armanca biryarê parastina cotyar û hilberînerên Sûriyê ye.

Wezareta bazirganiyê ya Tirkiyê got ku Sûriye ji bo her welatî qedexê daniye ser îtxalata hinek tiştan û ev biryar tenê ji bo meha Tebaxê ye, di nav berheman de firingî, xiyar, kartol, dolmik, balîcanê reş, îsot, sêv, tirî, xox, gilyaz, hirmê, zebeş, qawun, hêjîr, hêjîrên hişk, sîr, hêk û goştê mirîşkan hene.

Wezareta bazirganiya Tirkiyê got ku Sûriyê hevkarê Tirkiyê ye û di navbera her dû welatan de peymana bazirganiyê heye. Jimara peymanên navbera her dû welatan 18 heb in.

Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.