Xortekî bi tivingê leyîst û bi şaşî hevalê xwe kuşt

Xortekî bi tivingê leyîst û bi şaşî hevalê xwe kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Göksunê xortê bi navê E.K. (15) dema bi tivingê dileyîst, tiving teqiya û bi şaşî li hevalê wî yê bi navê Batuhan Sivaslıoğlu (16) ket. Batuhan Sivaslıoğlu di cîh de mir û polîs E.K.xist binçav.

Bûyer, ber destê êvarê li taxa Cumhuriyetê qewimî. Li gor ragihandinê; dema E.K. bi hevalên xwe re li malê ne tivinga bavê xwe hiltîne û bi tivingê dileyîze. Tiving bi şaşî diteqe û saçmên tivingê li serê hevalê wî Batuhan Sivaslıoğlu dikevin.

Dema dengê tivingê diçe cîranan, cîran diçin ciyê bûyerê û dibînin Sivaslıoğlu di nava xwînê de maye. Gazî polîs û tîmên tenduristiyê dikin û di kontrolê de dibînin ku Batuhan Sivaslıoğlu can daye.

Cenazê Batuhan Sivaslıoğlu dibin morga nexweşxana Maraşê ya Tib a Edlî ji bo otopsiyê. Polîs E.K. xist bin çav.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.