Sûriye | Ebû Şeqra yê di lîsteya terorê de bû fermandarê Herêma Cizîrê

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê Ehmed El-Hayis ê bi nasnavê Ebû Hatim Şeqra ku ji ber tometên binpêkirina mafên mirovan û kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef di lîsteya terorê ya cezayên Amerîkayê de ye, wek fermandarê firqeyeke leşkerî li herêma Cizîrê ya Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) destnîşan kir.
Hate zanîn ku Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê Fermandariya Firqeya 86an li parêzgehên Dêrezor, Hesekê û Reqayê radestî Ebû Hatim Şeqra kiriye.
Ebû Hatim Şeqra, berê Fermandarê Tevgera “Tehrîr û Bîna” bû ku yek ji pêkhateyên sereke yên Feyleqa Yekem a Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya ji aliyê Tirkiyê ve tê piştevanîkirin e.
Navê El-Hayis ji ber têkildariya wî di kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef de, pêkanîna binpêkirin û tawanên li dijî mafên mirovan û têkiliya wî ya bi DAIŞê re, di lîsteyên sizayên Amerîkayê de ye.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê sala 2021ê dema ku ew û koma wî "Ehrar el-Şerqiye" xistin lîsteya sizayan, di daxuyaniyekê de ragihandibû Ebû Şeqre hevparê gelek binpêkirinên mafên mirovan e ku ji aliyê vê komê ve hatine kirin. Wezaretê herwiha gotibû ku ew di sala 2018an de berpirsiyarê zîndana komê ya li Helebê bû, ku tê de bi sedan girtî hatibûn kuştin.
Herwiha, Wezareta Xezîneyê destnîşan kiribû ku El-Hayis tevlî bazirganiya jin û zarokên Êzidî bûye û endamên berê yên DAIŞê tevlî refên “Ehrar El-Şerqiye” kiriye. Li gorî heman çavkaniyê, hejmarek berpirsên berê yên DAIŞê sûnda pabendiyê ji wî re xwarine û piştgirî dane hewldanên grûpa wî yên ji bo standina fîdye û şantajê.
Destnîşankirina kesekî wek Ebû Hatim Şeqra ku sizayên navneteweyî li ser in û bi tawanên giran tê tometbarkirin ji bo postekî wisa leşkerî yê bilind ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve, wek gaveke bi nakok tê dîtin.
Kuştina Hevrîn Xelef
Hevrîn Xelef, endezyar û siyasetmedareke Kurd a navdar bû ku wek Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê kar dikir. Di 12ê Cotmeha 2019an de, di rojên destpêkê yên êrîşa leşkerî ya Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî wê li ser Serê Kaniyê, li ser rêya navneteweyî ya M4 li nêzîkî bajarokê Til Temirê ket kemîna çekdarên girêdayî koma Ehrar El-Şerqiye û hat kuştin.
Kuştina Hevrîn Xelef rastî şermezarkirineke berfireh a navxweyî û navneteweyî hat. Koma Ehrar El-Şerqiye, ku Ebû Hatim Şeqra (Ehmed El-Hayis) yek ji fermandarên wê yên sereke bû, wek berpirsyarê sereke yê vê kuştinê tê dîtin. Ev tawan yek ji sedemên bingehîn bû ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di sala 2021ê de sizayan li ser Ehrar el-Şerqiye û fermandarê wê Ebû Hatim Şeqra bisepîne.
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.