Serokwezîrê Romanya Marcel Ciolacu îstîfa kir

PeyamaKurd – Li Romanyayê do tûra yekem ya hilbijartina serokkomarê Romanyayê hatibû kirin û piştî tûrê serokwezîrê Romanyayê Marcel Ciolacu ji karê xwe îstîfa kir.
Partiya Sosyal Demokrat ya Romanyayê ku serokwezîr Marcel Ciolacu endamê wê ye, konseya siyasî ya partiyê do civiya û biryarê da ku ji koalîsyonê veqete û biryarê da ku Ciolacu dest ji karê xwe berde.
Wê wezîrên wan yên di kabîna demkî de li ser karê xwe bimînin an nemînin, wê ji ortaxê xwe yê koalîsyonê ji Partiya Lîberal ya Netewî (PNL) bipirsin û di tûra duyem ya hilbijartina serokkomar de ti kesekî destek nekin.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.