Navê Sirri Sureyya Onder wê li kolanekê bê dayîn

PeyamaKurd – Navê Sirrı Sureyya Onder ê ku ji ber nexweşiya dil li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin wefat kir, wê li kolaneke navçeya Çinar a Dîyarbekirê bê danîn.
Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de, navê Cîgirê Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê û Parlamenterê Stenbolê yê Partiya DEMê Sırrı Sureyya Onder ku di 3ê Gulanê de koça dawî kir, wê li kolanek li navçeya Çinar a Dîyarbekirê were danîn.
Di civîna Meclîsê ya Şaredariya Çinarê ya meha Gulanê de, pêşniyarek hat pêşkêşkirin ku navê Sirrı Sureyya Onder ê ku piştî 18 rojan di beşa lênêrîna giran de ji ber têkçûna pir organan canê xwe ji dest da, li Kolana Derman a Taxa Cumhuriyetê bê kirin.
Pêşniyar bi yekdengî hate qebûlkirin. Piştî ku pêvajoya fermî biqede, guhertina navî wê bi daliqandina tabelayek nû li ser kolanê were kirin.





