Ukrayna: Rûsyayê bi 273 balafirên bêpîlot êrîş pêk anî!

Ukrayna: Rûsyayê bi 273 balafirên bêpîlot êrîş pêk anî!

PeyamaKurd – Artêşa Ukraynayê destnîşan kir ku artêşa Rûsyayê bi 273 balafirên bêpîlot êrîşî deverên cuda yên welêt kirine.

Rûsyayê bi 273 balafirên bêmirov (UAV) êrîş li deverên cuda yên Ukraynayê kirin.

Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê Telegramê yê Hêza Hewayî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê hatiye kirin, hatiye ragihandin ku artêşa Rûsyayê doh bi şev (Şemî, 17ê Gulanê) bi balafirên bêmirov êrîşî herêmên cuda yên Ukraynayê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rûsan êrîş bi tevahî 273 UAVan pêk anîne, ku ji UAVên simulator û yên êrîşê pêk tên.

 
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.