Ukraynayê bi dronan êrîşî Santrala Nukleerî û çend deverên Rûsyayê kir

PeyamaKurd- Hêzên Ukraynayê bi dronan êrîş birin ser Santrala Nukleerî ya Kursk a Rûsyayê ku di encamê de şewateke mezin çêbû.
Hîn nehatiye ragihandin bê asta radyasyonê li cihê bûyerê û derdora wê sînorên normal derbas nekiriye yan na.
Ev êrîş di demekê de pêk hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "agirbest nêzîk e."
Di daxuyaniya servîsa çapemeniyê ya santralê de hat gotin ku êrîşê zirar gihandiye transformatoreke alîkar û kapasîteya xebatê ya yekîneya sêyemîn a santralê ji sedî 50 hatiye kêmkirin.
Herwiha li ser bendera Ust-Luga ya li St. Petersburg a Rûsyayê jî êrîşek dronî pêk hat, ku di encamê de agir bi termînala îxracata sotemeniyê ket. Waliyê Herêma Leningradê, Alexander Drozdenko, diyar kir ku 10 drone li ser benderê hatine îmhakirin û bermayiyên wan bûne sedema şewatê.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di tevahiya şevê de li 13 herêman, di nav de Leningrad, Samara û Nîvgirava Qirimê, bi tevahî 95 dronên Ukraynî ji aliyê hêzên Rûsî ve hatine îmhakirin. Herwiha Wezaretê diyar kir ku hêzên Rûsî li herêma Donetsk a rojhilatê Ukraynayê, li ser xeta şer a hezar kîlometreyî, kontrola du herêmên din ên niştecihbûnê jî bi dest xistine.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




