Ukraynayê depoya petrolê ya Rûsî teqand

PeyamaKurd- Ukraynayê bi êrîşeke balafirên bêmirov (drone) depoyeke petrolê li bajarê Soçî yê li peravên Deryaya Reş ê Rûsyayê bombe kir. Piştî êrîşê agir li deverê derket.
Parêzgarê Herêma Krasnodar Venyamîn Kondratyev, diyar kir ku zêdetirî 120 agirkuj hatine erkdarkirin ji bo vemirandina agirê ku li devera Adler a Soçiyê bi tankeke sotemeniyê girtiye.
Li gorî ajansa dewletê ya Rûsyayê RIA Novosti, di encama êrîşê de tankeke sotemeniyê ya bi kapasîteya 2 hezar metrekup şewitiye. Ajansa Federal a Veguhestina Hewayî ya Rûsyayê (Rosaviatsia) ragihand ku ji bo misogerkirina ewlehiya asmanî, firînên li Balafirgeha Soçiyê hatine rawestandin.
Rayedarên Ukraynayî hîn ti daxuyanî derbarê vê êrîşê de nedane.
Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.




