"Vegera girtiyên Îsraîlî li Xezzeyê bi tunekirina Hamasê ve girêdayî ye"

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku vegera girtiyên Îsraîlî yên li Xezzeyê tenê bi tunekirina Hamasê mimkun e.
Trump di postekê de li ser hesabê xwe yê Truth Social got, "Em ê vegera girtiyên mayî tenê dema ku Hamas rûbirû bibe û were tunekirin bibînin. Çiqas zûtir ev bibe, şansê serkeftinê ewqas mezintir dibe."
Trump ku xwe bi azadkirina bi sedan girtiyan û bidawîkirina gelek şeran di demek kurt de pesend kir, herwiha gotinên xwe yên li ser "tunekirina" tesîsên nukleerî yên Îranê dubare kir û got, "Ji bo serketinê bilîzin an jî qet nelîzin."





