25 xortên Kurd yên li Lîbyayê binçavkirî wê bişînin Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – 25 xortên Kurd yên di rêyên cuda de çûbûn Lîbyayê da ji wê derê herin welatên Ewrûpayê, li Lîbyayê hatibûn binçavkirin û meh û nîve ku li serê dixebitin da ewraqên wan temam bikin û dagerin herêma Kurdistanê.
Maslahatguzarê Iraqê yê li Lîbyayê Ahmed Sahaf bo Rûdawê ragihand ku wê 25 xort îşev ji Trablûsê seet di 04.00an de bigihên balafirgeha Erbîlê ya navdewletî. Ofîsa berpirsê kar û barên derve ya Kurdistanê heman nûçeyê piştrast kir.
Sahaf got ku meh û nîve temamkirina prosedura wan dewam dike, derman û xwarina wan heya niha hatine dayîn û perê bilêtên wan ji aliyê wezareta karên derve ya hukumeta Herêma Kurdistanê de hatiye dayîn.
Heya niha ji Lîbyayê bi 7 grûban bi temamî 90 koçberên Kurd paşde birine Herêma Kurdistanê.
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.




