Kompaniyên mezin ên Amerîkî û hikûmeta Kurdistanê civiyan

Kompaniyên mezin ên Amerîkî û hikûmeta Kurdistanê civiyan

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Îlonê pêşwazî li şandeke Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê bi serokatiya Cîgirê Serokê Odeyê Steve Lutes kir, ku nûnerên hejmareke mezin a kompaniyên Amerîkî tê de amade bûn.

Di hevdîtina ku Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî û Konsula Giştî ya Amerîkayê Wendy Green jî amade bûn de, Serokwezîr Barzanî piştî bixêrhatina şandeyê, spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û piştevaniya Amerîkayê anî ziman. Piştre, ronahî xist ser reformên kabîneya nehem di warê cihêrengkirina aboriyê de, bi taybetî di sektorên enerjî, çandinî, sîstema bankî û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de. Di vê çarçoveyê de, Serokwezîr amaje bi serkeftina herdu projeyên "Hejmara Min" û "Ronakî" kir.

Serokwezîr barzanî herwiha amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyan ji bo veberhênerên navxweyî û biyanî dubare kir.

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê li ser navê şandeyê spasiya pêşwaziya germ a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û daxwaza kompaniyên Amerîkî ji bo pêşxistina pêwendiyên bazirganî yên bi Herêma Kurdistanê re anî ziman.

Di dawiya hevdîtinê de, Serok û Cîgirê Serokê Hikûmetê bersiva pirs, nêrîn û têbîniyên amadebûyan dan.

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.