Alîkariya darayî ya Koalîsyonê ya ji bo Pêşmerge sibe dê bê belavkirin

PeyamaKurd – Hesabdariya Pêşmerge ragihand ku sibe, alîkariya darayî ya Hêzên Koalîsyonê ji bo Pêşmergeyan dê bê belavkirin. Her Pêşmerge dê 181 hezar dînarê Iraqî werbigire.
Karbidestekî hesabdariyê ji BasNewsê re diyar kir ku ev alîkariya meha 8emîn e û çek (pereyên amade) hatine dayîn û dê sibe bigihîjin destê Pêşmergeyan. Alîkariya meha borî 180 hezar dînar bû, lê di meha 6emîn de ev mîqdar ji bo her Pêşmergeyekî 214 hezar dînar bû.
Hate tekezkirin ku dê alîkarî bi pereyê neqd, bi rêya sîstema "Hejmara Min" bê dayîn. Lîwa Hoşmend Reşîd, Cîgirê Serfermandarê Giştî yê Pêşmerge yê karûbarên rêveberî û mîre, ji BasNewsê re got ku mîqdara alîkariyê bi hejmara sûdmendan ve girêdayî ye û Hevpeymaniyan piştrast kiriye ku ev alîkarî dê berdewam bike.
Mihemed Mela, Rêveberê Banka Hemrînê ya li Hewlêrê, anî ziman ku piraniya Pêşmergeyan dê bi "Hejmara Min" pereyên xwe bistînin, lê beşeke biçûk ji Pêşmergeyên lîwayên hevbeş hîn jî bi pereyê neqd werdigirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev alîkariya mehane ya Koalîsyonê bi mûçeyên Pêşmerge re têkiliya wê nîn e. Alîkariya herî zêde di Îlona sala borî de hatibû dayîn, ku gihîştibû 407 hezar dînarî.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




