Agir bi fabrîka tekstîlê ket û dixebitin da agir vemirînin

PeyamaKurd – Li bajarê Kayseriyê li navça Melikgaziyê li Herêma Sanayiya Organîze (OSB) agir bi fabrîka tekstîlê ya bi navê Milkayê ket û di wextekî kurt de agir belav bû.
Li ser agahdarkirinê, gelek tîmên polîsan û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. Polîs li dora fabrîkê tedbîrên ewlehiyê sitend û îtfaiye dixebite da agirê fabrîkê vemirîne.
Sedema agirvêketina fabrîkê nayê zanîn lê di fabrîkê de xesara mezin çêbûye.
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.




