Vîyan Dexîl: Bexdayê tiştek ji bo Êzidiyan nekiriye, tenê hikûmeta Kurdistanê dike

Vîyan Dexîl: Bexdayê tiştek ji bo Êzidiyan nekiriye, tenê hikûmeta Kurdistanê dike

PeyamaKurd- Berdevka Frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê, Viyan Dexîl îro 4ê Îlonê di civîneke rojnamevanî de got, vegera koçberên Şingalê pêwîstî bi dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn heye û rexne li hikûmeta Iraqê girt ku heta niha ti tiştek ji bo êzidiyan nekiriye.

Viyan Dexîl diyar kir, li ser vegerandina koçberan bo ser cih û warên xwe, bi taybetî ji bo Şingalê, gelekî girîng e û weke parlamenter ew ê hemû hewlên xwe ji bo vegera wan bidin.

Dexîl tekezî li ser pêwîstiya bicihkirina Rêkeftina Şingalê kir û wiha axivî: "Berî vegera koçberan, divê dibistan, nexweşxane û cihên giştî yên Şingalê werin avakirin û elektrîk û av jî ji bo xelkê werin dabînkirin. Nabe ku ew vegerin û di nava kavilên avahiyên hilweşiyayî de bijîn."

Herwiha Berdevka Frakisyona PDKê destnîşan kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî piştgiriya Şingalê dike, weke mînak bi şandina bijîşkên nişdar û pispor û tîmên mezin ji bo çareserkirina malbatên Êzidî.

Dawiyê jî Dexîl rexneyeke tund li hikûmeta federal girt û got: "Ya ku piştgiriya me ya berdewam dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, lê hikûmeta Iraqê ji bo me (Êzidiyan) tiştek nekiriye."

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.