Li Meletiyê îxracata mişmişan %61 ket

PeyamaKurd – Zankoya Turgut Özal ya bajarê Meletiyê raporekî ji bo meha Tebaxê belav kir û di rapora xwe de got ku di sala 2025an de îxracata mişmişan li gor sala borî ya heman mehê %61 daketiye û bûye 2 hezar û 800 ton. Îxracata 8 mehên ewilî yê salê daket 36 hezar tonî û dahata milletê %20 daket.
Rapor ya meha Tebaxa sala 2025a ye ku di derbarê mişmişên hişk ya bazirganiya derveye û ji aliyê Zankoya Turgut Özal, navenda Lêkolîna Mişmiş û Bicîhanîn Pêşdebirina Mişmişan de hat belav kirin.
Bihayê mişmişên îxracatê li gor sala borî ya meha Tebaxê 2,5 dolar zêde bûye û bûye 7,43 dolar. Di meha Tebaxa sala borî de dahata mişmişan 37 milyon dolar bû lê di meha îsal de daketiye 21 milyon dolarî. Di raporê de tenê rêjeyên meha Tebaxê û yên 8 mehên ewilî yên salê hene lê îsal li bajarê Meletiyê ji ber şertên hewayê hilberîna mişmişan gelek kêm bû.
Di zivistana îsal ya Meletiyê de ji ber cemedê li darên mişmişan xist, hilberîna wan gelek kêm bû ku her sala pêdiviya %80 temamê dinyayê Meletî dida.
Darên mişmişan li temamê bajarê Meletiyê, bakûrê Semsûrê û Rojavayê Xarpêtê hene û debara xelkê bi mişmişan dibe.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




