Serokwezîr Barzanî beşdarî şîna kurê Eyad Elawî bû

Serokwezîr Barzanî beşdarî şîna kurê Eyad Elawî bû

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Gulanê li Bexdayê beşdarî merasîma şîna kurê Serokwezîrê Iraqê yê berê Eyad Elawî bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û hevxemiya Serok Mesûd Barzanî û xwe gihand Eyad Elawî û ji Xwedêyê mezin hêvî kir ku giyanê kurê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û hevalên wî.

Eyad Ellawî spasîya xwe û malbata xwe ji bo sersaxî û hevxemiya Serok Barzanî û amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî di şînê de nîşan da.

Di konfranseke rojnamevanî ya kurt de li merasîma sersaxiyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser rêkeftinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, li ser mijarên darayî ji rojnamevanan re got: “Ew erkê ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatibû danîn, hatiye bicihanîn û em hêvî dikin ku hikûmeta federal erkê xwe bicih bîne.”

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.