Mesrûr Barzanî bo şanda Iraqê: Divê hemû astengî bên rakirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Gulanê pêşwazîya li şanda Encûmena Nûneran a Iraqê (Parlamentoya Iraqê) kir ku ji endamên Komîteya Aborî, Pîşesazî û Bazirganiyê pêk dihat.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civînê ragihand, di civînê de tekezî li ser girîngiya pêşxistina hemahengî û hevkariyê di navbera Herêma Kurdistanê, Encûmena Nûneran û Hikûmeta Federal de hat kirin. Bi taybetî hat destnîşankirin ku divê piştgirî li wan projeyasayan were kirin ku di berjewendiya hemû welatî û pêkhateyên Iraqê de ne.
Di beşeke din a gotûbêjan de, hat tekezkirin ku pêwîst e azadiya danûstandina bazirganî û liv û tevgera kelûpelan di navbera hemû navçeyên Iraqê de hebe û her cure astengî û berbestên li pêşiya vê yekê werin rakirin.
Herwiha di civînê de, gotûbêj derbarê girîngiya “Projeya Rêya Geşepêdanê” û girêdana welatên Kendavê, Iraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Ewropayê re bi rêya xeta hesinî hatin kirin. Di vê çarçoveyê de hat diyarkirin ku divê Herêma Kurdistanê û hemû herêm û pêkhateyên Iraqê di vê projeya girîng de beşdar bin û jê sûd werbigirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de destnîşan kir, pêwîst e rêz li sîstema federalî û destûra Iraqê were girtin ku maf û erkên her aliyekî destnîşan kiriye.
Serokwezîr Barzanî herwiha got, "Iraq ji aliyê madî û mirovî ve welatekî dewlemend e û xwedî pêgeheke jeopolîtîk a girîng e. Tenê pêdiviya wê bi rêveberî û îdareyeke baş û dadperwer heye ku rêz li mafên hemû herêm û tevahiya pêkhateyên Iraqê bigire.”
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




