Li Kurdistan û Iraqê ji be firtûna qûmê 4 kes mirin û 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Iraqê bi rojaye ku firtûna qûmê rabûye û li hinek ciyan mesafa dîtinê daketiye sifrê, bûye sedema qezayan. Ji heman malbatê di qezayê de 4 kes mirin û bi sedanî kes bo nefesa wan teng bû seredana nexweşxaneyan kirin.
Firtûna qûmê gihaye heya Herêma Kurdistanê û li bajarên Kerkûr, Erbîl, Silêmaniyê û Duhokê heya Dûzxwurmatûyê jiyana xelkê tengav kiriye. Li Iraqê jî bajarên weke Selahahddîn û Diyala ketine ber firtûna qûmê.
Nêzî ciyê kontrola Sehrayê ji ber kes pêşiya xwe nikaribû bidiya, qeza çêbû, 4 kes mirin û 3 kes birîndar bûn. Ji ber tozê ajotvanên erbeyan nikaribûn hev bibînin.
Li dora 400 kes seredana nexweşxanan kirine ji ber nikaribûn nefesa baş bidin û bistînin. Rayedar dibêjin ku heya mecbûr nemînin bila kes dernê derve.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.




