Wê kî bikeve heyeta Îmraliyê şûna Sırrı Süreyya Önder!

Wê kî bikeve heyeta Îmraliyê şûna Sırrı Süreyya Önder!

PeyamaKurd – Piştî koça dawiyê ya endamê heyeta Îmraliyê, parlementer û wekîlê serokê meclisa Tirkiyê Sıorrı Süreyya Önder niha munaqeşe destpêkirin ku wê kî bikeve şûna Önder.

Heya niha ji DEM Partiyê kes behsa mijare nake lê ev pirs ji wan pirs têkirin. DEM Partî dibêje ji ber ku taziya Önder dewam dike, hêj zûye ku behsa mijarê û navekî bikin.

Lê di çapemeniyê de ji niha de behsa serokê berê yê DHPê Mithat Sancar têkirin. Ev jî tenê gotine û eger Mithat Sancar bikeve heyeta Îmraliyê wê kî bibe wekîlê meclisa Tirkiyê (TBMM). Ji ber ew maf mafê DEM Partiyê ye. Lê wê ew nav ne Mithat Sancar be.

Di rojên pêş de wê her dû kes jî xwuya bikin lê ji bo heyeta Îmraliyê divê gelek cîh qebûl bikin heya endamê nû bê destnîşankirin.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.