Bafil Talebanî: Pêwendiya me bi PKKê re heye

Bafil Talebanî: Pêwendiya me bi PKKê re heye
PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, di bernameyeke li Bexdayê pêk hat de li ser êrîşên Tirkiyê yên ser PKKê li nav erda Herêma Kurdistanê axivî û got, “PKK ne dijminê me ye û pêwendiya me ligel wan heye.”

‘3 hevalên min di êrîşa Tirkiyê de şehîd bûn’

Talebanî di berdewama axaftina xwe de diyar kir, “Em dijminatiya PKKê û ti hêzeke din a Kurd di nav xaka Herêma Kurdistanê de nakin. Êrîşên Tirkiyê yên bi rêya dronan dewam dikin,
3 hevalên min ku dijî DAIŞê şer kiribûn ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin şehîd xistin. Ji bo vê pêwîst e Tirkiye karê xwe yê îstîxbaratî û leşkerî berçavan re derbas bike.”

Bafil Talebanî li ser Dadgeha Federal ya Iraqê jî got; “Ji ber ku di salên dawî de li Herêma Kurdistanê hilbijartin ne bi edalet pêk dihatin, biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ya derbarê yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê de jî giran bû.”

‘Divê Amerîka û Brîtanya li Iraqê bimînin’

Talebanî got ku hinek aliyên siyasî dixwazin hêzên Amerîka ji Iraqê derkevin, lê divê li gorî peymana nû, Amerîka û Brîtanya li Iraqê bimînin û wiha axivî: “Divê Amerîka vê yekê bizane, Iraq dixwaze di çarçoveya berjewendiyên Iraqê de pêwendiya xwe bi hemû welatan re çêbike û pêwîst e Washinhgton jî ji rewşa Iraqê fêm bike.” Ev nivîs 200888 car hatiye xwendin.