Mesrûr Barzanî: Divê budçeya Herêma Kurdistanê bê astengî were şandin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, li Hewlêrê, pêşwaziya li Balyozê Fransayê yê Iraqê Patrick Dorrel kir.
Di civînê de Konsulê Giştî yê Fransayê Jan Brem jî amade bû. Di hevdîtinê de, têkiliyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê, rewşa siyasî ya Iraqê, têkiliyên bi hikûmeta federal re û amadekariyên hilbijartinên dahatû hatin nîqaşkirin.
Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê wek herêmekî federal, li gorî destûra Iraqê, mafê wê heye ku budçe û mafên darayî bi awayekî dadperwer û bê pirsgirêk werin şandin. Herweha, di civînê de behsa hewldanên ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hate kirin.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




