Ji HSDê daxuyaniya hevdîtinên Mezlûm Ebdî yên Hewlêrê

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê civîn û hevdîtinên dîplomatîk ên Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî de daxuyaniyek belav kir. Mezlûm Ebdî doh bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re û îro jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyabû.
HSDê ragihand, di hevdîtina bi Wezîrê Fransî re, Barrot pesnê rola HSDê di têkoşîna li dijî terorê de daye û girîngiya piştgiriyê ji bo domandina şerê li dijî DAIŞê aniye zimên. Wezîrê Fransî destnîşan kiriye ku welatê wî piştgiriya aramî û ewlehiya giştî ya Sûriyeyê dike.
Di civînê de herwiha tekezî li ser pêwîstiya beşdariya Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî û birêvebirina welêt de hatiye kirin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de li ser hevdîtina Mezlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî hate gotin, her du aliyan li ser girîngiya yekrêziya Kurdan gotûbêj kirine û rewşa siyasî ya Sûriyeyê û rewşa Kurdan nirxandine. Herwiha li ser metirsiyên terorê û rûbirûbûna gefên DAIŞê bîr û rayên xwe parve kirine.
Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo hewlên gihandina Konferansa Neteweyî ya Kurdî û bidestxistina encamên ku daxwazên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê pêk tînin nîşan daye.
Herdu aliyan paşeroja Sûriyeyê û têkiliyên navbera HSD û hikûmeta nû ya demkî ya Şamê jî gotûbêj kirine, bi taybetî piştî ku Mezlûm Ebdî rêkeftinek bi Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera re di destpêka meha Adar a borî de îmze kiribû.
Li gorî daxuyaniyê, herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya beşdariya Kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de kirine û garantîkirina mafên wan ên destûrî gotûbêj kirine. Herwiha rêyên başkirina rewşa aborî ya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî nirxandine.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.




