Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe

PeyamaKurd – Heyetekî ji DEM Partiyê çû Rojavayê Kurdistanê da hinek pêwendiyan deyne û tevlî konferansa netewî bibe. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayındır û hinek parlementerên DEM Partiyê ji Başûrê Kurdistanê di ser deriyê Sêmalka (Pêşxêbûr) de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Buroya çapemeniyê ya DEM Partiyê li ser mijarê got:
“Hevserokê Partiya DBPê Keskin Bayındır, endamê merkezê yê partiyê Serhat Eren, parlementer Saliha Aydeniz, Gülcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç çûn Rojava.”
Di 26ê Nîsanê de konferansa netewî tê li dar xistin. Wê bi serpereştiya ENKSê û PYNKê partiyên Kurd tevlî konferansê bibin.
ENKSê konferansê wekî pêngava destnîşankirina daxwazên xelkê Rojava û mafekî siyasî pênase kir.
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.




