Li Agirî lehî rabû: Zeviyên çandiniyê di bin avê de man

Li Agirî lehî rabû: Zeviyên çandiniyê di bin avê de man

PeyamaKurd – Li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê barana xurt hişt ku ava Çemê Miradê bilind bibe û Çemê Badîşanê de bibe sedema lehîyê.

Hate ragihandin ku di encama rabûna lehiyê de, hin xanî û zeviyên çandiniyê di bin avê de man û zirar gihîşt berhemên çandiniyê.

Hêjayî gotinê ye, ji şeva borî ve hişyarî bo barana zêde hatibûn dayîn û Şaredariya Agirîlê tevdîr wergirtibûn.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.