Hevpeymaniya Navneteweyî leşkerên zêdetir şand Rojava

Hevpeymaniya Navneteweyî leşkerên zêdetir şand Rojava

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku Hevpeymaniya Navneteweyî leşkerên xwe yên zêdetir şandine Rojava.
Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê hêzên teqwiye li baregehên xwe yên li nêzî Hesekê bi cih kiriye.
Li gorî çavkaniyek leşkerî di nav HSDê de, Hevpeymaniya Navneteweyî hejmareke mezin ji leşkeran şandiye baregeha Şedadê, di nav de zêdetirî 15 kamyon û wesayîtên zirxî.
Herwiha çavkaniyê ragihand ku hêzên hevpeymaniyê li Hesekê li ser rêya Hurafî ya ku Dêrezor û Hesekê bi hev ve girêdide operasyonek pêk anîne.
Operasyon ji hewayê ve ji aliyê balafirên şer û wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) ve hate piştgirîkirin.

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.