Sûdanî: Em li gel Herêma Kurdistanê gihiştin rêkeftineke dîrokî

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî got, "Em îro gihîştin lihevkirineke dîrokî."
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro peyamek li ser tora civakî ya X ê weşand û tê de weha got, "Em îro gihîştin lihevkirineke dîrokî ku tê de, Wezareta Petrolê ya Federal dê petrola xav a ku li nav wan zeviyên ku li Herêma Kurdistanê ne hatiye hilberandin werbigire û bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê hinardeyî derve bike.”
Sûdanî herwisa ragihand, "Hinardekirina petrolê, parvekirina çavkaniyan bi awayekî dadperwerane misoger dike û çavkaniyên hinardekirinê pirreng dike."
Serokwezîrê Iraqê da zanin, “Ev lihevkirin dê veberhênanê teşwîq bike.”
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




