Almanya ji bo vegera Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 4 hezar Euro dide

Almanya ji bo vegera Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 4 hezar Euro dide

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hikûmeta Almanyaya Federal di çarçoveya bernameyekê de 4 hezar euroyan dide her malbateke ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ku vegere welatê xwe.

Berdevkekî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê da zanîn ku îsal zêdetirî 2 hezar Sûriyeyî vegeriyane û zêdetirî 4 hezar kesan jî daxwaza vegerê kiriye.

Rayedarên wezaretê dane xuyakirin, ew dê alîkariya darayî bidin her malbata ku vegere welatê xwe yan jî welatekî sêyem ê ku wan qebûl bike.

Hate diyarkirin, ji destpêka îsal heta 15ê Îlonê, 4 hezar û 424 kesan daxwaza vegera dilxwazî ya Sûriyeyê kiriye, lê ji ber ku netewe di sîstema wan de nayê tomarkirin, nayê zanîn ka çend ji wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne.

Li gorî zanyariyan, ev yek di çarçoveya bernameya federal û herêmî ya REAG/GARP 2,0 a de tê kirin ji bo vegerandina koçberan. Ev bernameya ji bo  Sûriye ji 13ê Çileya îsal ve hatiye qebûlkirin. Hikûmeta Almanyayê bi alîkariyên darayî beşdarî bernameyê dibe û xerciyên geşta vegerê ji bo her kesê ku vedigere dide.

Ew alîkarî 1200 euro wekî alîkariyeke destpêkî ji bo her kesê ku vedigere ye, lê eger malbat bin, her malbat 4 hezar euroyan alîkariyê distîne.

 

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.