Koma milîs gefa lêdana Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê xwar

Koma milîs gefa lêdana Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê xwar

PeyamaKurd- Koma Ketayîb Seyid el-Şuheda ya Iraqî ya bi ser Îranê ve ragihand, eger Îsraîl êrîşî wan bike, ew ê êrîşî balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bikin.

Nûnerê Ketayîb Seyîd El- Şuheda li Îranê Hesen Ebadî ragihand: “Îsraîl gefa êrîşa ser Iraqê dixwe, lê Ketayîb Seyid el-Şuheda gotiye ku her êrîşek li ser Iraqê pêk bê, dê her kesê di hundirê balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê de bike hedef.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di dema şerê 12 rojî de, me karwanek alîkariyê li Tehranê organîze kir, lê ew ji hêla dronên Îsraîlê ve hate hedefgirtin, lê ji ber nebûna rojnamevanan li wir, me nekarî vê têkoşînê biweşînin.”

Nûnerê Komê diyar kir: "Di şerê 12 rojan de xwîna Cîgirê Fermandarê Ketayîb El Şuheda Heyder Mûsewî ser axa Îranê wekî bersivek ji bo hewldanên Qasim Silêmanî li Iraqê hate rijandin.’’

Hêjayî gotinê ye, Ketayîb Seyîd el-Şuheda li Iraqê xwedî desthilata biryardana siyasî ye û Ebû Ala Welayî di Çarçoveya Hemahengiyê de ye tevî ku berpirsê wê di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye.

Hesen Ebadî gotiye, "Ketayîba me berevaniyê li doza Filistînê dike û me di êrîşkirina li ser bender û balafirgehên Îsraîlê de rolek lîst, ku binesaziya Îsraîlê têk bir.’’

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.