Sûriye | Li Hemayê çekdaran êrîşî Elewîyan kir: 11 birîndar

Sûriye | Li Hemayê çekdaran êrîşî Elewîyan kir: 11 birîndar

PeyamaKurd- Li gorî ragihandina Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, li gundê Hewrat Emûrîn ê li gundewarê bajarê Hema ya Sûriyê, çekdarên nêzî Hikûmeta Veguhêz êrîşî xelkê kir û di encamê de 11 sivîl birîndar bûn.

SOHRê diyar kir ku piranîya niştecihên gund Elewî ne û bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku wan ji van êrîşan biparêzin.

Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku li 7 gund û bajarokên Hemayê êrîşên çekdarî pêk hatine û rewşa hin birîndaran giran e.

Herwiha karwaneke leşkerî ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyê jî derbasî gundên Ên Werd û Rimêlê bûye ku ev yek di nav welatiyan de tirs belav kiriye.

Hate ragihandin ku li gundê Hewrat Emûrîn, piştî ku destdirêjî li keçeke bi navê Rewan hatiye kirin, mal û milkên gundiyan hatine şewitandin û dizîn. Ev bûyer piştî belavbûna dîmenekî îşkencekirina endamekî Ewlekariyê çêbûye ku ew jî bi eslê xwe ji bajarê Cebel El-Zawiyê yê Îdlibê ye.

Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.